Iraq..Çend mûşek li derdora balyozxaneya Amerîkî ketin

Şevê din çend mûşek li derdora balyozxaneya Amerîkî ya li Herêma Kesk a Bexdayê ketin.

Li gorî agahiyan, ev mûşek ji devera El-Cîhad a bakur rojavayê Bexdayê hatine avêtin, lê di encamê de ti ziyan çênebûn.

Beriya hefteyekê, mûşekek bi ser malekê li nêzî balafirgeha Bexdayê de ket û di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da.

Ji destpêka sala 2020 pistî kuştina Qasim Suleymanî, balyozxaneya Amerîkî ya li Herêma Kesk a Bexdayê, car caran bi mûşekan tê armanckirin.

Back to top button