Şandeya Rêveberiya Xweser bi parlamenterên Alman re civiyan

Parlamenterên Alman destnîşan kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zehmetiyên mezin hene û dewleta Tirk li dijî wan sûcan dike.
Her wiha wan bang li civata navneteweyî kirin ku xwedî li berpirsyariya xwe derkeve û alîkariya mirovî pêşkêş bike.

Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji nûnerê Rêveberiya Xweser yê Ewropayê Ebdulkerîm Omer û nûnerê wê yê Almanyayê Xalid Derwîş pêk tê, bi parlamenterên Partiya Sosyalîst Michael Müller û parlamentera Partiya Çep Gokay Akbulut re civiya.

Di civînê de geşedanên dawîn ên li Sûriye, herêmên Rêveberiya Xweser û rêbazên çareserkirina krîza Sûriyê hatin nîqaşkirin.

Ebdulkerîm Omer got:

“Hewldanên çareserkirina krîza Sûriyê hemû têk çûn ji ber ku ew girêdayî ajandeyên derve ne û nakevin bin berjewendiya gelê Sûriyeyê. Her wiha ji bo dûrxistina nûnerên nêzî 5 mîlyon welatiyên Sûriyeyî li bakur û rojhilatê Sûriyê hewldan didomin. Pêvajoyên siyasî yên ku tê de nûnertiya tevahî Sûriyeyiyan neyê kirin bi ser nakeve.”

Omer destnîşan kir ku hêzên herêmî şerê li Xezayê ji bo girankirina êrişan li dijî herêmên Rêveberiya Xweser bi kar tînin.

Parlamenterên Alman: Dewleta Tirk li herêmên Rêveberiya Xweser sûc dike

Derbarê girtî û malbatên DAIŞ’iyan de Omer ev tişt anî ziman:

“Bi hezaran girtiyên DAIŞ’ê û bi hezaran jin û zarokên wan di kampan de ne. Ev jî bombeyeke demkî ye em nizanin kengî dê biteqe. Tevî wê jî civata navneteweyî bangên Rêveberiya Xweser paşguh dike.”

Gokay Akbulut jî got:

“Li wan herêman zehmetî pir in û dewleta Tirk li wir sûc û binpêkirinan pêk tîne. Pêwîst e civata navneteweyî xwedî li berpirsiyariya xwe derkeve. Me têkilî bi hikumeta xwe re kir da ku komîteya lêpirsîn û şopandinê bişîne wir û sûc û binpêkirinan ji nêz ve bişopînin.”

Akbulut destnîşan kir ku wan daxwaz ji hikumeta Almanyayê kiriye ku hevkariya leşkerî bi dewleta Tirk re rawestîne.

Muller diyar kir ku gefa terorê hîn heye û metirsiyê dide seranserî cîhanê.

Ji ber wê jî pêwîst e koalîsyona navneteweyî xwedî li erkên xwe derkeve û civata navneteweyî destekê bide Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û aramiya herêmên Rêveberiya Xweser pêk bîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha jî şandeya Rêveberiya Xweser li Îtalya û Swîsre jî hevdîtin bi parlamenter û nûnerên wan welatan re pêk anîbûn.

Back to top button