YJA Star: Newroz cejna azadiyê ya gelê me ye

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi daxuyaniyekê Newroz pîrozkir û bang li hemû ciwanan kir ku agirê azadiyê yê li çiyayan hatiye pêxistin hê mezintir bikin û siberojên azad bi hev re ava bikin.
Her wiha diyar ki ku mizgîniya azadiyê di demeke nêz de wê li çiyê bi tilîliyên gerîlayên jin bên dayîn.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya Cejna Newrozê daxuyaniyek nivîskî da.

Fermandariyê newroz li rêber Apo û gelê kurd pîroz kir û şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anî.

YJA Starê diyar kir Newroz; berxwedana gelê me hîn zêdetir kir û got:

Newroz cejna azadiyê ya gelê me ye.

Lê li hemberî rastiya mêtingeriyê Newroz ji bo me veguheriye dema serhildan û berxwedanê.

Em dizanin ku encex bi berxwedana mezin û bi mîsogerkirina azadiyê em dikarin Newrozê ji nû ve veguherînin cejnê.

Her Newroz ji bo me gavek ber bi azadiya Rêbertî ve ye.

Di berdewamiya daxuyniyê de hat gotin, her agirê ku li Zap, Xakurkê û Metîna tê pêxistin, çirûskên agirê Kawa ye ku di mejiyê zalim de diteqe û heya roja me ya îro xwe nîşan dide.

Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê yê ku dixwaze Kurdistanê veguherîne dojehê û mejiyê ciwanan bixwe, mîna Kawayan bersiv didin.

Di vê wateyê de em bang li hemû ciwanan dikin ku agirê azadiyê yê li çiyayan hatiye pêxistin hê mezintir bikin û siberojên azad bi hev re ava bikin.

“Bi pêşengiya Jinan agirê Newrozê geştir û jiyenek nû ava dikin”

YJA satar diyar kir ku newroz ji nû ve destpêkirina serketinê ye.

Her şehîdeke Newrozê, îsbat kiriye ku bi pêşengiya jinan agirê Newrozê geştir dibe û dibe hêza pêşeng a gelê Kurd û jiyenek nû ava dikin.

Çawa ku Kurdistaneke bê Kurd ne pêkan e, di şexsê her şehîdekî Newrozê de derketiye holê ku bêyî PKK’ê azadî nabe.

Di vê wateyê de ev rastiya Newrozbûyînê ye ku ji aliyê şehîdan ve hatiye avakirin, PKK’ê dike partiya Newrozê, gelê Kurd dike gelê Newrozê û Rêbertiya wê dike Rêberê Newrozê.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê dawiyê diyar kir ku mizgîniya azadiyê di demeke nêz de wê li çiyê bi tilîliyên gerîlayên jin bên dayîn.

KJK: Newroza îsal wê bibe wesîleya azadiya Rêberê me

Back to top button