Çeteyên DAIŞ’ê êrîşa berî du rojan ku li dijî dewriyeyeke Rûsî li Dêra Zorê pêk hatibû, girte ser xwe.
Ajansa nûçeyan “E’maq ” a DAIŞ’ê, ragihand ku ev dewriyeya Rûsî derbasî zeviyekî mayînên ku wan li rojhilatê bajarê EL-Suxna çandibûn, bû.
Der barê vê bûyerê de jî, Wezareta Parastinê ya Rûsî ragihandibû ku ev dewriye ji erkekî mirovî vedigeriya û mayîn bi wan ve teqiya û di encamê de lîwayekî wan hat kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.
Li herêmên Dêra Zorê, tevger, kirin û hewldanên tevliheviyê ji aliyê DAIŞ û hinek komên din ve, di dema dawî de zêde bûne.
Li dijî van hewldanan jî, QSD’ê di nava xebateke mezin de ye û operasyonên berfireh daye destpêkirin.