“Em têkoşîna parastina mafên hemû pêkhateyên demokratîk dimeşînin”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civîna gel a li Hewagê de axivî û got: Rêber Abdullah Ocalan muxatabê sereke yê çareseriya pirsgirêka Kurd e.
Heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan neyê misogerkirin her soza ku em li ser navê demokrasiyê bidin wê bê wate be.”

Duh di çarçoveya xebatên hilbijartinê li navçeya Hewag a Rihayê civîna gel hat lidarxistin.

Di civînê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, namzetên hevşaredariyê yên DEM Partî û gelek kes amade bûn.

Çîgdem Kiliçgun Ûçar destnîşan kir ku 31’ê Adarê pêvajoyeke dîrokî ye.

Çîgdem bal kişand ser dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û wiha anî ziman:

Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ne tenê têkoşîneke azadkirina Kurdan e, di heman demê de têkoşîna azadiyê yê her kesî/ê ye.”

Em têkoşîna parastina mafên hemû pêkhateyên demokratîk ên li Tirkiyeyê dijîn, dimeşînin.

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Ji bo çareseriyê pêk bê divê birêz Abdulah Qcalan bi fîzîkî bê azadkirin”

Çîgdem têkildarî pirsgirêka Kurd jî ev tişt anî ziman:

“Ji avabûna Komara Tirkiyê ve feraseta monîst tê ferzkirin.

Rêber Abdullah Ocalan muxatabê sereke yê çareseriya pirsgirêka Kurd e.

Ji bo çareseriyê divê birêz Ocalan fîzîkî bê azadkirin.

Bi vê armancê li hemû cîhanê pêngav hatin lidarxistin.

Heta ku azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk neyê, her soza ku em li ser navê demokrasiyê bidin wê bê wate bin.”

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em ê tu carî dev ji daxwazên xwe bernedin”

Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser girîngiya pergala hevserokatiyê û got:

Em bi desthilatdariyeke dijminê jin, civak û Kurdan re rû bi rû ne.

Divê em li dijî vê hikûmetê têkoşîneke hevpar bimeşînin. Em ê tu carî dev ji daxwazên xwe bernedin.

Girseyê bi berzkirina dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” bersiv dan.

Civîn piştî nêrînên gel ên li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi dawî bû.

Zîlan Vejîn: Armanca me ya herî mezin a vê salê azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye

Back to top button