Wezîrên Karên Derve yên Rojhilata Navîn û rojavayî ji bo Lîbya civiyan

Ji bo pêkanîna aramiya li Lîbya hewildanên têne kirin.
Îro li paytexta Lîbya Terablus, kongraya ‘Piştgiriya Îstiqrara Lîbyayê’ pêk tê.
Wezîrên karên derve yên gelek dewletên Rojhilata Navîn û rojavayî tev li kongreyê dibin.

Di kongrê de, Serokwezîrê Lîbyayê Ebdulhemîd El-Debîbe diyar kir ku hebûna leşkerî ya hêzên biyanî li welatiyan hemûyan aciz dike, ji ber wê divê hemû alî li hev bikin û dosyaya hebûna leşkerî ya biyanî ya li Lîbyayê çareser bikin.

El Debîbe got,

Êdî biryar di destê lîbyayiyan de ye û em hewl didin aramiyeke rasteqîn pêk bînin.

Tevî Wezîrên Karên Derve yên Erebîstana Siûdî û Misrê, wezîrê gelek welatên Rojhilata Navîn û Rojavayî beşdarî civînê bûn.

Her wiha di kongreyê de Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Yall Lambert, Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Lîbyayê Jan Kubis, nûnerên Îtalya, Tirkiye, Qeter, Tûnis, Çad û Sûdan amade bûn.

Li gorî raporeke NY`yê derdora 20 hezar çete û çekdarên biyanî li Lîbyayê.

Her wiha li gorî lihevkirina dualî ya di navbera Enqere û hikumeta berê ya Lîbyayê de bi sedan leşkerên Tirk li welêt hene.

Back to top button