Li Qamişlo û Eyn Îsa şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn

Li Amûdê, Til Hemîs, Til Berak û Eyn Îsa bi civînên girseyî şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.
Di civînan de hate diyarkirin ku mîrasa berxwedana wan îro di oxira têkbirina faşîst û siyasetên qirkirinê de tê nûkirin.

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê li navçe û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca bîranîna şehîdên 14’ê Tîrmehê, civîn ji gel re li dar xist.

Li navçeya Amûdê li ser mijarî civînek ji gel re hate lidarxistin.

Di civînê de, endama PYD’ê Hena Xalid li ser berxwedana 14 Tîrmehê axivi:

Dawiyê, sernevizyonek li ser berxwedana 14’ê Tîrmehê hate pêşdan.

Meclisa Navçeya Til Birakê, PYD û Kongra Star sînevîzyonek ji şêniyên navçeyê re li ser Berxwedana 14’ê Tîrmehê, pêşkêş kir.

Li Til Hemîsê, di civîna gel de endamê rêber ê PYD’ê Mistefa Ehmed axivî û şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê bi bîr anî û wiha got: “Şehîdên 14’ê Tîrmehê pira derbasbûna hemû gelan ber bi têgeha neteweya demokratîk, jiyana hevbeş û sekna li hember siysetên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêmê ye.

Di civîna bi haman armancê ya li navçeya Eyn Îsayê de jî, hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Herêma Firatê Fayîze Ebdî aixîv û got: Di serî de dewleta Tirk, dewlên dijberî Rêberiya Xweser bi hikûmeta Şamê û hêzên navneteweyî hewl didin Rêvberiyê têk bibin.

Her wiha dixwazin herêmê veguherînin qada şerê taîfî û fitneyan.

Lê bi berxwedana xelkê herêmê, ev hewldan wê bi ser nekevin.

Fayîze Ebdî dawiya axaftina xwe, banga parastina destkeftiyên şehîdan kir.

Back to top button