​​​​​​​Li bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo15’ê Sibatê çalakî hatin lidarxistin

​​​​​​​Li gelek deverên bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî a 15’ê Sibatê îro çalakiyên cuda hatin lidarxistin. Di çalakiyan de komplo hate şermezarkirin û banga bilindkirina têkoşîna ji bo Azadiya Rêber Apo li herkesî hate kirin.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyan komploya navnetewî a 15’ê Sibatê şermezar dikin.

Di vê çarçoveyê de, Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê bi koordîneya Desteya Parastina Abdullah Ocalan a Herêma Cizîrê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Însiyatîfa Sûriyê ji bo Azadiya Rêber Ocalan semînerek li dar xist.

Semîner li Hola Zana ya li Qamişloyê li dar ket.

Di semînerê de Xurfan Xelef got:

“Komplo û revandina rêber Abdullah Ocalan delîla komployên hêzên kapîtalîst ên li dijî vîna gelan e.”

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê konê çalakîyê bi dirûşma “Werin Cenga Azadiyê, hilweşe Komploya 15`ê Sibatê” vedaye û , berdewam dike.

Îro bi sedan şêniyên taxên rojhilatê Qamişloyê, lîstikvanên Yekitiya Werzîşê ya Qamişloyê û endamên saziyên sivîl tev li çalakiyê bûn.

Di kon de sînevîzyonek têkildarî komployê û fîlma ‘Ji bo Azadiyê’ hatin pêşandan.

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan û Kongra Îslamê Demokratîk komplo şermezarkirin

Her wiha Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kongreya Îslama Demokratîk jî bi heman armancê, daxuyaniyên cuda dan.

n de komploya 15 Sibatê hat şermezarkirin.

Di daxuyaniyan de hat gotin ku berxwedana rêber Apo a di girtîgeha Îmraliyê de, dê dijmin û cîhan neçar bike ku vîna gelan û projeya demokratîk nas bike.

Kongra Star a li navçeya Çilaxa bi semînerekê komplo şermezar kir

Kongra Star li navçeya Çilaxa civînek ji bo gel li dar xist û der barê jiyana rêber Ocalan de semînerek û sînevîzyonek hatin pêşkêşkirin û Komploya Navneteweyî hate nirxandin.

Semîner li salona navenda çandê ya li başûr rojavayê navçeyê hate dayîn.

Li Şehba jî komplo hate şermezarkirin

Li Şehba jî ji bo şermezarkirina komployê li hola Axîn Welat a Çand û Hûnerê panelek hat li dar xistin.

Di panelê de Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Şehbayê Ronahî Elî li ser sedema dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan û armancên dewletên komploger axivî.

Piştî axaftinê der barê komployê de sînevîzyon hat pêşandan.

Back to top button