Hêzên Ewlekariya Hundirîn Jin ‘Asayîşa Jin’ ku prensîba “jiyana azad û pêkanîna edaleta civakî” ji xwe re esas digre, hewl dide jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji her cure tundiyê biparêze. Her wiha ji ber şert û mercên dijwar ên li herêmê, ewlekarî û aramiyê ji wan re peyda dike.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn- Jin ‘ Asayîşa Jinan’ li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ango Asayîşa Jinan, yekemîn hêza parastina jinan e ku di 10’ê Mijdara sala 2013’an de hat damezrandin.
Asayîşa Jin ji bo parastina jinan û civaka Bakur û Rojhilata Sûriyê di hemû aliyan de kar dike.
Tevî gelek zehmetî û derfetên kêm di milê leşkerî û rêvebirinê de jî ev cara yekemîn e hêzeke ewlekarî ya jinan li ser asta cîhanê ku di bin siya YPJ’ê de ava bû.
Rêveberiya Asayîşa Jin a Herêma Cizîrê Hilat Muhemed behsa avakirin û zehmetiyên Asayîşa Jin kir û diyar kir ku hêza ku ji 2 kesan dest pê kir, îro gihiştiye bi bisedan û got:
”Li gorî pêwîstiya demê, beşên me zêde dibin”
Hilat anî ziman li gorî pêwîstiya demê beşên wan zêde dibin û gelek beşên din hatine avakirin.
”1000 Endamên jin cihê xwe di asayîşa jin de digrin”
Rêveberiya Asayîşa Jin a Herêma Cizîrê bal kişand ser hejmara endamên Asayîşa Jin ku bi demê re zêde dibin û gihiştine 1000 endaman û wiha pêde çû:
Hilat Muhemed diyar kir ku jin dikarin bi riya Ofîsa Giliyan xwe bigihîjînin wan û wiha anî ziman:
Em soz didin gelê xwe em ê di sala nû de karekî baştir bidin meşandin ji bo bidestxistina ewlekariya hundirîn û edaleteke civakî.