Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li herêmên Laziqiyê, Hema û Idlibê şer kirin.
Li bajarê Babê bombeyek bi erebeya serçeteyekî ve teqiya û hate kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku li herêma Kebana ya li çiyayê El-Ekrad a li Laziqiyê hêzên hikûmetê û çeteyên koma bi navê El-Fetih El-Mûbîn bi çekên giran bargehên hev topbaran kirin.
Li derdrora El-Emîqa ya li Sehil El-Xab a li Hemayê jî her du aliyan şer kirin.
Her wiha hêzên hikûmeta Şamê, herêmên li çiyayê El-Zawiyê yê li Idlibê topbaran kirin.
Li Babê erebeyek teqiya û serçeteyê bi navê Ebû Ubeyde El-Humsî hate kuştin
Çavdêriyê ragihand,, li bajarê Babê bombeyek bi erebeya serçeteyên bi navê Ebû Ubeyde El-Humsî ku berê hatibû bi cihkirin, teqiya.
Hate diyarkirin ku di encama teqînê de Ebû Ubeyde El-Humsî hate kuştin.
Hêzên hikûmetê 4 karmendên balafirageha Şamê girtin
Her wiha çavdêriyê da zanîn ku, hêzên hikûmeta Şamê 4 karmendên balafirgeha Şamê ya navdewletî girtin.
Hate ragihandin ku ev girtin piştî êrişa Israîlê ya li Dijî balafirgehê ku di 10″ê vê mehê de hatibû kirin, pêk hat.