Parêzer Rêzan Sarica: Em nikarin agahiyê ji Abdullah Ocalan bigrin

Komeleya Mafên Mirovan a Kurd li Swîsreyê derbarê rewşa Rêber Apo de bernameyek 2 rojan amade kir.
Ji parêzerên Rêber Apo, Rezan Sarica di bernameyê de axivî û bal kişand ser êşkence û tecrîda li Îmraliyê û diyar kir ku ew bi ti awayî nikarin agahiyê ji Rêber Apo werbigirin.

Tecrîda girankirî ku rejîma faşît a AKP’ê li Îmraliyê li ser Rêber Apo ferz kiriye, didome.

Komeleya Mafên Mirovan a Kurd li Swîsreyê bi mijara “Rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî” bernameyek ji 2 rojan amade kir.

Di roja destpêkê ya bernameyê de li Kulûba Çapemeniyê ya Cinêvê ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica ku parêzeriyê ji Rêber Ocalan re dike, axivî.

Parêzer Rezan Sarica bal kişand ser mirinên bi guman ên li girtîgehên Tirkiyê û got:

“Li girtîgehan, 604 jê giran Hezar û 605 girtiyên nexweş hene.”

Sarica behsa tecrîda li dijî Rêber Ocalan kir û got:

“Li girtîgehên din hemûyan girtî dikarin bi rengekî komî bimînin û hevdîtinê bikin, lê li Îmraliyê Ocalan deh salan bi tena serê xwe di nava tecrîdê de hate hiştin.

Piştî 23 salan du caran ji ber sedemên awarte tenê salên 2020 û 2021 karîbû bi birayê xwe re bi telefonê biaxive.”

Parêzer Sarica diyar kir ku ji ber pêvajoya diyalog û danûstandinan a navbera salên 2013 û 2015’an 5 girtiyên din li Îmraliyê hatin bicihkirin û got:

“Lê belê piştî 9 mehan 2 ji wan bêyî îradeya wan ji girtîgeha giravê hatin derxistin.

Niha tenê Ocalan û sê muwekîlên me li girtîgeha giravê ne.

Van sê muwekîlên ku Adara 2015’an anîn giravê di nava 7 salan de nekarîn hevdîtinekê bi parêzeran re bikin, tenê 3 caran karîbûn malbatên xwe bibînin.”

Sarica destnîşan kir ku hêzên navneteweyî û saziyên hiqûqê erk û berpirsyariya xwe ya li hemberî vê rewşa bê hiqûqiyê, bi cih nînin û wiha domand:

“Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî piştî serdanan di raporên xwe de tespîtên xurt ên têkildarî tecrîd û kiryarên xerab ên li Îmraliyê kir, lê belê serdaneke bi bandor, kontrola xurt li ser hikumetê nekir ku helwesta xwe biguherîne.

Parêzer Rêzan Sarica: Bila rêxistinaên mafên mirovan têkildarî rewşa Ocalan, erka xwe bi cih bînin

Sarica got:

“Herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de bi telefonê axaftin hate kirin û piştî çend deqeyan hate birîn.

Ji hingî ve ti agahî ji Ocalan nehatiye wergirtin.

Her hefte serlêdan li dozgeriyê, rêveberiya girtîgehê têne kirin, lê belê serlêdanên me hemû bêencam hatin hiştin.”

Parêzer Rezan Sarica bang li rêxistinên mafan kir ku têkildarî Rêber Ocalan erkên xwe bi cih bînin.

Back to top button