Çeteyên DAIŞ’ê yek ji bîrên Bay Hesen ên betrolê ku li nêzî Dubizê ya ku dikeve rojavayê Kerkûkê teqandin.
Li gorî medya Iraqê, bîra 105 a rojane 2 hezar bermîl betrol jê dihate derxistin hatiye teqandin.
Bîrên Bay Hesen ji 196 bîran pêk tên û rojane 400 hezar bermîl jê tê derxistin.
Wezareta Betrolê ya Iraqê ragihand ku teqandina bîrê bandor li rêjeya hilberîna betrolê ne-keriye.