Doza Kobanê bi rûniştina 25. dewam kir

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê doza Kobanê di runiştina 25’emîn a de hîna jî dewame. Siyasetmedarên ji Doza Kobanê girtîne diyar kirin Serokkomarê AKP’î Erdogan kampanyaya hilbijartinê di çarçoveya Doza Kobanê de bi rê ve dibe.

Li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li bakurê Kurdistanê gel rabû ser pêyan.

Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê doz hatibû vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 20 jê girtî bi giştî 108 kes hatin darizandin.

Rûniştina 1’yemîn a danişîna 25’emîn a Doza Kobanê li Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin.

Hin siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin jî tevlî danişînê bûn.

Kesên di girtîgehên cuda de tên ragirtin jî bi pergala deng û dîmen SEGBÎS’ê beşdar bûn.

Rûniştin bi xwendina giliyê dozger ê têkildarî derbaskirina berçavan a girtinê dest pê kir.

Rûniştinê bi parastina siyasetmedarên girtî ya li dijî gilî dewam kir.

“Erdogan kampanya hilbijartinê di çarçoveya doza Kobanê de bi rê ve dibe”

Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Alp Altinors di danişînê de axivî û bal kişand ku sozên Serokkomarê AKP’î di çarçoveya Doza Kobanê de teşe digirin û got: “Recep Tayîp Erdogan bi rêya we kampanyaya hilbijartinê dimeşîne.

Hûn tenê ji kesên tên darizandin re dikarin bibêjin ‘parastina siyasî nekin’ lê doz siyasî ye.

Hûn nikarin ji kesên tên darizandin re bêjin parastina siyasî nekin.”

Ayla Akat Ata: Darizandin ji derveyî eywanê tê birevebirin

Di rûniştinê de siyasetmedar Ayla Akat Ata jî axivî û ev tişt anî ziman: “Kesên ji derveyî vê eywanê biryarê didin hene.

Em siyasetmedar in elbet em ê biaxivin, em ne mecbûr in bi zimanê desthilatê biaxivin.

Em yekane partiya ku dixwaze li vî welatî pirsgirêka kurd were çareserkirin e.

Siyasetmedaran carek din sûcdariyên li dijî wan red kirin

Piştre Aynûr Aşan mafê axaftinê girt û bal kişand ser mitîngên ku têkildarî tecrîda li dijî Rêber Apo di îdianameyê de cih digirin û got:

Di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê dikin.

Siyasetmedaran di dawiyê de careke din li dijî sûcdariyên di îdianameyê de bertek nîşan dan û red kirin.

Doza Kobanê: Dozger mutalaayê bo eywana vala dixwîne

Back to top button