Li Kobanê Jinên Ciwan destdirêjiya li zaroka 10 salî bi meşekê şermezar kir

Îro jî bi armanca şermezarkirina vê bûyerê Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Firatê meşek lidar xistin û kombûna Jinên Zenûbiya daxuyaniyek da.

Meşê ji pêşiya Meclisa Navçeya Qinayê ya rojavayê Kobanê dest pê kir û li ser rêya navçeya Şêxler daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dîroka dewleta Tirk bi xwînê dagirtî ye.

Hate destnîşankirin ku bi taybet jinên Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve tên hedefgirtin û bi bêdengiya hêzên navneteweyî re, ev sûc zêdetir dibin.

Dewama daxuyaniyê, îşaret bi sûcên dagirkeran ên ji dema dagirkirina Efrînê ve hat kirin û destdirêjiya li zaroka 10 salî hate şermezar kirin.

Dawiyê jî soza tolhildana hemû şehîdan û bilindkirina têkoşînê heta rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî hat dayîn.

Efrîn-Serçeteyekî dewleta Tirk destavêt zarokek 10 salî

Back to top button