Di xwepêşandanên li Kolombiya de 17 kes mirin 846 kes jî birîndar bûn

Hikumeta Kolombiya çalakgeran bi mirinê ceza dike.
Di xwepêşandanên li dijî Pakêta Reforma Bacê ya li welat de, 17 kes hatin kuştin û nêzî 900 kes birîndar bûn. Hikumeta Kolombiya FARC’ê ji hêrsa li kolanan tewambar dike.

Li dijî pakêta reforma bacê ya bi navê ” Qanûna Piştevaniya Domdar ” ya ku ji aliyê Serokdewletê Kolombiya Ivan Duque ve hat ragihandin, gel daketin qadan û nerazîbûn nîşan dan.

Çirûska xwepêşandanan li tevahî welat belav bû û di navbera gel û polîsan de şer derket.

Wezareta Parastinê ya Kolombiyayê têkildarî encamên xwepêşandanên ku ji 28 Nîsanê ve destpêkirî, daxuyanî da.

Wezaretê diyar kir ku di xwepêşandanan de polîsek û 16 sivîl hatine kuştin, 306 sivîl di nav de bi gitşî 846 kes birîndar bûne.

Di dema xwepêşandanan de 69 stasyonên otobîsan, 36 ATM, 94 şaxên bankê, 14 sindoq û 313 saziyên karsaziyê ziyan dîtine.

Wezîrê Parastinê Diego Molano jî Hêzên Çekdarên Şoreşger yên Kolombiya (FARC) ê weke piştperdeya êrîşan tewambar dike.

Rêveberê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Amerîka Jose Miguel Vivanco diyar kir ku di dema xwepêşandan de, polîsan 940 bûyerên tundiya li dijî gel pêk anîne.

Her wiha dibe ku 8 kesên din jî ji aliyê polîsan ve hatibin kuştin.

Reforma bacê aramanc dikir ku dewlet bi riya bihakirina pêwîstiyên bingehîn 6,8 milyar dolar bi dest bixe.

Her çiqas Serokdewlet Duque ji qanûna nû paşve kişand, lê xelkê Kolombiya ji bo tundî, bê bawerî û komkujiyên sîstmatîk şermezar bikin kolan bernedan.

Back to top button