Yekîneya avê ya Tebqa ava vexwarinê belav dike

Hemû pompên ava vexwarinê yên Tebqa û gundewarên wê ji ber kêmbûna rêjeya ava Firatê ji xizmetê derketin.
Ji ber vê, Yekîneya Avê ya Tebqayê ava vexwarinê li şêniyên ku bê av mane, belav dike.

Yekîneya Avê ya Tebqayê bi hevkariya Şaredariya Gel û tîma agirkujiyê weke çareseriyeke demkî ava vexwarinê li şêniyên gundewarên ku bi temamî ava vexwarinê ji ser wan qut bûye, belav dike.

Şaredariya Gel a Tebqayê 4 sarîc û 2 erebeyên agirkujiyê eyar kiriye da ku di nava 24 saetan de û li gorî derfetên heyî, avê li şêniyan belav bike.

Li gorî Hevserokê Yekîneya Avê ya Tebqayê Hemûd El-Şêx, diyar kir ku belavkirina avê, dê heta bidawîkirina dayîna pompeyan dewam bike û da zanîn ger kêmkirina rêjeya avê dewam bike dê hemû pomeyên avdanê ji xizmetê derkevin.

El-Şêxî herî dawî hişyarî ji ber tîbûna bi hezeran şênîyan da.

Back to top button