Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê ji ber belavbûna nexweşiya sermayê ji bo 4 rojan dibistan kir betlane.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê derbarê mijarê daxuyaniyek da û got:
Li gor bi biryara 4ʹan a perwerdê , ji bo parastina tenduristiya xwendekaran tevahî dibistanên kantonê tên girtin.
Li gorî biryarê, dibistan ji 28 heta 31ʹê Kanûnê tên girtin.
Û di van rojan de tevahî dibistan tên dezenfektekirin ango dermankirin.
Desteyê diyarkir ku ev biryar ji ber pêkhetina bi dehan xwendekaran bi vîrusan, ango nexweşiya sermayê girtine.