Wednesday 2026/06/17
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Keysbazên bazarê welatiyan bêzar dikin

March 30, 2024
in CIVAK Û JIYAN
A A
Keysbazên bazarê welatiyan bêzar dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê keysbazên bazarê bi zêdekirina bûhayan a li derveyî pîvanan welatiyan bêzar dikin.
Rêveberiyên şopandina bazaran di nava liv û tevgerê ne de, lê dîsa jî pirsgirêk derdikevin.

Herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê, ji bilî êrîşên komên çeteyan û dewleta Tirk a dagirker, bi salane dijî dorpêçan jî têdikoşe.

Rêveberiya Xweser hewl dide bi berhemên herêmî pêdiviyên jiyanî yên welatiyan peyda bike.

Yên ku li herêmê peyda nabin jî, bi derfetên sînordar di çend deriyên sînor ên vekirî de tên anîn.

Keysbazên bazaran û bazirgan jî dixwazin ji vê yekê feyde bigirin, welatiyan bişelînin, qezencek neheq bidest bixin.

Rêveberiyên şopandina bazaran kontrolên xwe zêde dikin û hewl didin ku pergalek bê rûniştandin, lê keysbaz jî ranawestin.

Welatî: Ferq gelekî zêde ye

Şêniyê bi navê Heysem Seîd Xelîl ê ji Dêrikê diyar kir ku ew ji ber bihabûna kel û pelan zehmetiyan dikişînin û got:

“Hin caran ferqa buhayê di navbera dikanan de digihêje 5 hezar lîreyî.”

Dikandar: Bazirgan buhayan diyar dikin

Beşîr Silêman jî ku li sûka navçeya Tirbespiyê dikana wî heye bal kişand ku bûhayê tiştan ji aliyê bazirganên ku madeyan ji derve tînin ve tê diyarkirin.

Gerînendetiya Gemhêr: Em ji bo pergalê xebata xwe zêde dikin

Rayedarên Gerînendetiya Zemhêr a Kantona Cizîrê jî diyar kir ku komîteyên wan çavdêriyên bazarê zêdetir kirine.

Komîteya Çavdêriya Eyn Îsa: Em dişopînin

Endamê Komîteya Çavdêriya Zemhêr a navçeya Eyn Îsayê Ehmed Îsmaîl jî destnîşan kir ku çavdêriya wan a li ser firin, stasyon, xwaringeh, dikanan didome û hewl didin pêşiya keysbazî bigirin.

Buhayê goştê mirîşkan hat diyarkirin

Keysbazên ku dixwazin li gorî keyfa xwe şekil bidin bazarê, kiloya goştê mirîşkan derxistibû 55 hezar lîreyê Suriyê.

Lewre Nivîsgeha Parastina Serfkaran 26’ê Adara 2024’an buhaya kiloya mirşîkan diyar kir.

Welatî: Barê me giran e

Hesen Mihemed ê ji bajarê Reqayê jî anî ziman ku keysbazan kîloya mirîşkan beriya diyarkirina bûhayê wan, bi 2 qat zêdetir difirotin.

Xaldiye El Dêv a ji gundewarê Reqayê jî got:

“Her tişt biha ye, ev barê me giran dike.”

Welatiyan bang li rayedaran kirin kontrolan zêdetir bikin.

Rêveberiya şopandinê ya Reqayê: Wê qanûn were pêkanîn

Endamê Rêveberiya Parastina Serfkaran û Şopandina Bazarê ya Kantona Reqayê Mihemed Ebdulhemîd diyar kir ku ew hewl didin rojane sûkên bajar û gundewaran kontrol bikin.

Previous Post

Ji rojnamevan Silêman Ehmed 158 rojin agahî nayê girtin

Next Post

KCK: Divê gelê me bi awayekî ku vê provokasyonê pûç bikin tevbigerin

Weşana girêdayî

Şaredariya Dirbêsiyê konteynerên çopê li taxa rojhilat belav kirin
CIVAK Û JIYAN

Şaredariya Dirbêsiyê konteynerên çopê li taxa rojhilat belav kirin

Koordînasyona parastina jîngehê projeya veguhestina xanên pez red kir
CIVAK Û JIYAN

Koordînasyona parastina jîngehê projeya veguhestina xanên pez red kir

Rêveberiya Sotemeniyê: Buhayê mazota xizmetguzariyê wekî xwe ma ye
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniyê: Buhayê mazota xizmetguzariyê wekî xwe ma ye

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye