KCK: Divê gelê me bi awayekî ku vê provokasyonê pûç bikin tevbigerin

KCK destnîşan kir ku komên li Belçîkayê êrîşî Kurdan kirin DAIŞ’yên Tirk in û diyar kir ku li pişt van êrîşan desthilatdariya AKP-MHP heye.
KCK bang li gelê Kurd kir ku ji bilî çalakiyên demokratîk serî li tu rêyên din nedin.

Li Belçîkayê, malbateke Kurd dema ku ji ahenga Newrozê vegeriya, rastî êrişên nijadperestên Tirk hat.

Nijadaperestên Tirk gelek wesayit xera kirin û êriş birin ser bi dehan kesî ku xwe spartibûn malekê.

Di encama êrîşan de gelek Kurd birîndar bûn û rewşa hinek ji wan giran e.

Derbarê vê yekê de Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek da.

KCK’ê diyar kir ku ev êrîş bi tevahî hewldana komkujiyê ye û got:

“Ev êrîş di encama plan û rêxistina desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê, hat pêkanîn.

Yek ji armanca sereke ya van êrîşan ew e ku hawirdorê tehrîk bike, di nava gelê Kurd bi taybet ciwanên Kurd de hêrsê çêbike û wan neçar bike ku bersivê bidin êrîşan û bi vî rengî gelê Kurd têxin nava tengasiyek dijwar.

Pir girîng e ku gelê me, dost û saziyên me yên demokratîk vê rewşê bibînin û bi awayekî ku vê provokasyonê pûç bikin tevbigerin.”

KCK: Yên li Belçîkayê êrîşî Kurdan kirin DAIŞ’ên Tirk in

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got:

“Komên ku ev êrîş pêk anîne ji DAIŞ’ê ne cudatir e. Ev rasterast çeteyên dewleta Tirk in.

Yên ku DAIŞ’ê xwedî dike, araste dike û bi DAIŞ’ê gefê li her kesî dixwe dewleta Tirk û desthilata AKP-MHP’ê ye.

Ev faşîst ne tenê Kurdan, gelên Ewropayê jî armanc digirin.

Em bang li dewletên Ewropayê bi taybetî jî dewleta Belçîkayê dikin ku nêzîkatiya xwe biguherînin.

Banga me ji gelê me re ew e ku ji bilî çalakî û xwepêşandanên demokratîk serî li provokasyonan nedin.”

Back to top button