Deraa..Danûsatndinên bi hikûmeta Şamê re bi bin ketin

Li Deraayê, piştî ku danûstandinên di navbera Hikûmeta Şamê û Komîteyên navendî yên Deraayê têk çûn, hêzên Hilûmeta Şamê careke din bajar bi dijwarî bombebaran kir.

Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan da zanîn ku ji ber israra baskê Îranî yê girêdayî hikûmeta Şamê li ser çareya leşkerî, danûstandinên li Derayê bi bin ketin.

Hêzên Hişmeta Şamê şeva borî taxên dorpêçkirî ên Deraa El-Beled bi zêdetirî 20 fuzeyan topbaran kir.

Hemwextî vê, Tugaya Çaremîn ber bi taxên Deraa El-Beled bi pêş de diçe.

Çekdarên navxweyî jî êrîşî gelek bendên kontrolê û nûqteyên leşkerî yên hêzên Hikûmeta Şamê ên li bajarokê Senemên û Sehem kirin.

Hêzên Hikûmeta Şamê duh jî bajarokên Tefes, Celîn û Til Şihab topbaran kir.

Di encama topabaranê de, jinek jî di nav de, 3 sivîl hatin kuştin.

Piştî van êrîşên giran û hewldanên hêzên Hikûmeta Şamê ku derbasî bajêr bibin, Komîteyên Navendî yên Horanê serferberiya giştî li dijî hikûmetê ragihand.

Ji ber şer û êrîşên giran , şêniyên gundên rojavayê Deraa ji cih û warên xwe derketin û berê xwe dane Hewza Yermûkê.

Back to top button