Li girtîgeha Amedê Selahedîn Genç felc derbas kir

Rewşa girtiyên nexweş yên li zîndanên dewleta Tirk de roj bi roj giran dibe. Girtiyê nexweş Selahedîn Genç ku 29 sal in di girtîgehê de ye, tevî nexweşiyên xwe yên giran, niha jî felc derbas kir. Li Girtîgeha bajarê Afyonê jî gardiyanan gefa serjêkirinê li girtîyan xwarin. Endamên TJA jî serdana çalakiya nobeta edaletê ya li Wanê kirin û 74 roj in dewam dike.

Li girtîgehên dewleta Tirk hejmara girtiyên nexweş her ku diçe zêdetir dibe û rewşa wan jî roj bi roj giran dibe.

Girtiyên nexweş ne tên dermankirin, ne tên berdan û terkî mirinê tên kirin.

Yek ji girtiyên nexwşe jî Selahadîn Genç e ku zêdeyî 29 sal in di girtîgehê de ye.

Selahedîn Genç niha li Girtîgeha Amedê tê ragirtin û hat zanîn ku rewşa Genç her ku diçe xerabtir dibe.

Hat ragihandin Genç di 16 mehê de jî felc derbas kir. Lê hê jî dermankirina wî ya li nexweşxaneyê xelas nebûyî, dîsa şandin girtîgehê.

Têkildarî mijarê hevjîna Genç, Ayşe Genç axivî.

Ayşe Genç diyar kir gelek nexweşiyên hevjînê wê hene lê nayê dermankirin û got, “Daxwaza me ew e ku hevjînê min bê berdan.”

Li girtîgeha bajar Afyonê gefa serjêkirinê li girtîyan hat xwarin

Girtiyê bi navê Xemgîn Karakaş ku li Girtîgeha bajarê Tirkiyê Afyonê tê ragirtin jî da zanîn ku wan zexta guherandina qawîşan qebûl nekirine û li ser vê yekê jî gardiyanan gefa “em ê serê we jê bikin” li wan xwariye.

Xemgîn Karakaş, têkildarî binpêkirinên li girtîgehê bi telefonê bi malbata xwe re axivî.

Karakaş da zanîn ku gardiyanan ew û hevalê wî bi darê zorê derbasî qawîşa serbixwe kirine, gef li wan hatine xwarin û rastî tundiyê hatine.

Dayika Karakaş, Cemîle Karakaş li ser tiştên ku bi serê kurê wê hatine axivî.

Cemîle Karakaş got, “Ez duh bi kurê xwe re axivîm. Kurê min hatiye îşkencekirin.

Kurê min got ku xeterî li ser jiyana wan heye û divê di zûtirin dem de şandeyek biçe girtîgehê.”

Çalakiya nobeta edaletê ya wanê 74 roj in dewam dike

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan a li Baroya Wanê jî di roja 74’an de berdewam dike.

Di çalakiya îro de endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Wanê çûn serdana çalakvanan.

Di serdanê de aktîvîsta TJA’yê Aynûr Sarica axivî û wiha got:

“Çalakiya malbatan, hêz dide têkoşînê. Ji bo ku daxwazên malbatan bên qebûlkirin, em ê li her qadê dengê xwe bilindtir bikin. Her wiha tecrîda li ser birêz Ocalan, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Heta ku tecrîd bi dawî dibe, dê têkoşîna me jî bidome.”

Back to top button