Ebrû Gunay: Ji bo demokrasiya li Tirkiyê û aştiya li Rojhilata Navîn, divê Ocalan azad bibe

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir, Rapora li ser Îmraliyê a ku Buroyo Hiqûqê a Sedsalê eşkere kirin, rapora hiqûq û demokrasî ya Îmraliyê ye. Ebrû Gunaya got, “Aştiya bi rûmet a ku Rêber Ocalan dixwaze, wê pêşiya demokratîkbûna Tirkiyê veke, û xwest tecrîd were bi dawîkirin.

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li navenda partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand.

Ebrû Gunay di destpêka axavtina xwe de got:

Israra di pergala tecrîda Îmraliyê de tê wateya israra di şer de.

Çend roj berê parêzerên rêzdar Ocalan û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, Rapora Tespîtê ya Îmraliyê ya sala 2021’an eşkere kir.

Rapor gelekî berfireh e, rapora Îmraliyê rapora hiqûq û demokrasiyê ya Tirkiyê ye.

Di dewama axavtina xwe de Ebrû da zanîn ku di sala 2021’an de malbata rêzdar Ocalan ji bo hevdîtinê 71 caran serlêdan kirine û her 71 serlêdan hatine redkirin û wiha anî ziman:

Parêzeran 202 caran serlêdan kirine lê mixabin ev 202 serlêdan jî hatine redkirin.

Em ji vir diyar dikin rêzdar Ocalan di meseleya doza kurdan de her carê diyar kir ku ew alîgirê çareseriyeke demokratîk û aştîxwaz e.

Aştiya bi rûmet a ku Ocalan dixwaze wê ava bike, wê pêşiya demokratîkbûna Tirkiyê veke, wê Rojhilata Navîn bibe cihekî ewle.

Ji ber vê divê têkilî bi rêzdar Ocalan re were danîn û polîtîkayên tecrîdê were rakirin.

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay herî dawî dibêje: Ji bo demokrasiya li Tirkiyê û aştiya li Rojhilata Navîn divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were.

Em ê gotina xwe diyar bikin ku li hemberî şerê hegemonyayê ya hêzên global, tekane tişta serwer îradeya gelan e.

Back to top button