Kampanya derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê her diçe berfirehtir û mezintir dibe. Sazî û rêxistinên Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM beşdarî kampanya derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê bûn. TEV-DEM’ê îro bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew jî tevlî kampanyayê dibin û ji bo komkirina îmzeyan xebatê bidin destpêkirin.
Kampanya derxistina navê PKK’ê ji lîsta terorê ku li seranserî Cîhanê deng vedaye, piştgiriya bi wê re jî zêdetir dibe.
Îro sazî û rêxistinên di bin sîwana Tevgera Civaka Demokratîk- TEV-DEM’ê de bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi Pêngava Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ya bi armanca derxistina PKK’ê ji lîsta terorê ragihandin.
Daxuyanî li pêşiya navenda TEV-DEM’ê ya li Qamişloyê ji aliyê Endama Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê Zeyneb Hesen ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku PKK’ê ji bo parastina nirx û çanda gelê herêmê, avakirina vîneke civakî û azadiya jinan têdikoşe.
Di dewama daxuyaniyê de ev yek hate gotin: “Ji ber ku PKK’ê xizmeta hemû gelan dike û parastina nirxên demokrasiyê dike, lewra divê navê wê ji lîsteya terorê were derxistin.”
Hate destnîşankirin ku bi armanca razîkirina siyasetên dewleta Tirk a şovenîst e, û têkbirina destkeftiyên gelê Kurd û gelê herêmê navê PKK’ê xistine vê lîsteyê.
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi armanca piştgiriya kampanyaya derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê, em ê li hemû sazî, rêxistin û yekîtiyên xwe xebatê ji bo komkirina îmzeyan bidin destpêkirin.
Em di wê baweriyê de ne ku derxistina navê PKK’ê ji vê lîsteyê xala bingehîn a misogerkirina aştî û demokrasiyê ye.
Lewma em bang li Yekîtiya Ewropayê û DYA’yê dikin ku navê PKK`ê ji lîsteya terorê derxin.”