Sabrî OK: Têkçûyîna AKP-MHP’ê, şikandina zihniyeta Tirkiyê ya sed salan e

Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Sabrî Ok di beşek nirxandinên xwe de girîngiya pêvojoya hilbijartinên li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê jî nirxand. Sabrî Ok diyar kir di hilbijartinan de têkçûyîna desthilatiya AKP/MHP’ê, şikandina zihniyeta komara dewleta Tirkiyê ya sed salan e.

Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Sabrî Ok bû mêvanê Stêrk tv û di nav nirxandinan de qala pêvajoya hilbijartinên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kir.

Sabrî Ok bal kişand ser girîngiya hilbijartinên îsal û wiha got: “Têkçûyîna desthilatiya AKP-MHP’ê, şikandina zihniyeta komara dewleta Tirkiyê ya sed salan e.

Ev pir giring e. Têkçûyîna AKP-MHP’ê wê rewşeke nû bi xwe re bîne, gelek tişt wê werin guhertin.”

Sabrî ok îşaret bi kirinên Hikûmeta AKP’ê yên dijî gelê Kurd û civaka Tirkiyê kir û got: Civaka Tirkiyê jî di vê desthilatiya AKP-MHP’ê de gelek êş kişandin. Gelê Tirkiyê êdî dixwaze ev deshilatdarî rabe.

“Ji ber dawiya desthilatiya wan tê, wê êrişên xwe zêdetir bikin”

Sebrî Ok destnîşan kir ku pêvajoya hilbijartinê dê germ derbas bibe û wiha dewam kir: Ji vir û şûn de, Dagirkeriya Tirk hê zêdetir bi hovane wê êrişan bibe ser gerîla, ji ber ku dawiya desthilatiya wan tê.

Di heman deme de, sedsala Lozan a parçekirina gele Kurd e,

Lewra pêwistî heye ku yekîtiya gelê Kurd a neteweyî bê avakirin.

Sabrî Ok: Divê hêza demokratîk, hêza civakî hê zêdetir mezin bike

Sabrî Ok bal kişand ser rista Partiya Demokratîk a Gelan û êrişên li dijî wê û ev tişt got: HDP û siyasetmedarên Kurd û yên demokrat, xwedî tecrûbe ne.

Çend partî hatine girtin, çend partî hatine tunekirin.

Lê vîna gelê Kurd a demokratîk her heye û her diçe mezintir dibe.

Gelê Kurd û dostên xwe, wê bi hev re helwesta xwe diyar bikin.

Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Sabrî Ok dawiyê diyar kir, ku divê Hêza demokratîk, hêza civakî hê bêhtir mezin bike û got: “Ger wisa encam bigire, wê dagirkerî nikaribe êdî dewam bike û wê nikaribe li gelên Tirkiyê û gelê Kurd bandorê bike.

Back to top button