“Em heta dawiyê li pey doza zarokên xwe ne”

Dilgirtiyên azadiyê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê di 4’ê Nîsanê de derbasî qonaxek din kirin.
Malbatên girtiyan jî li derve bi çalakiyên cur bi cur destekê didin zarokên xwe peyaman didin raya giştî.
Malbata girtiyê azadiyê Ehmed Mihemed ku ev 13 sal in di girtîgeha Tirkiyê de ye, berxwedana girtiyan silav kir û diyar kir ku ew ê heta dawiyê li pey doza wan bin.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê li girtîgehên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî 27`ê Mijdara 2023’yan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn.

Girtiyan 4’ê Nîsanê bi dirûşmeya, “Jiyana bi Rêberê xwe re ya di heman şertî de” çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin.

Di qonaxa nû de girtiyên azadiyê dernakevin dadgehê, hevdîtinên malbat û parêzeran; her wiha bi malbatên xwe re bi telefonê na axivin.

Malbatên girtiyan jî li derve bi çalakiyên cur bi cur destekê didin zarokên xwe peyaman didin raya giştî.

Yek ji girtiyên azadiyê Ehmed Ezîz Mihemed ê ku niha li girtîgeha Sîncan a bajarê Enqereyê dimîne ye.

Ehmed Ezîz Mihemed ji bajarê Qamişlo ye û 2011’an li navçeya Kopê (Bulanik) a Mûşê hatibû girtin.

Ehmed Mihemed ku ev 13 salin di girtîgehê de ye, herî dawî 1`ê Nîsanê bi malbata xwe re bi riya telefonê axiviye û ev peyam daye:

“Em ê derbasî qonaxeke din a çalakiya xwe bibin.

Heta em digihîjin armanca xwe em ê çalakiyê bidomînin.”

Back to top button