Dewleta Tirk a dagirker li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê bi çeka sekvaniyê ciwanek hedef girt: Di encamê de ew ciwan hate kuştin.
Sekvanekî dewleta Tirk a dagirker li navçeya Eyn Îsayê ciwanê bi navê Hesen Mihemed Hisên El Şêx El Mexlet kir armanc.
Di encamê de ew ciwan birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.
Piştî demekî ji ber rewşa birîndariya giran wî ciwanî jiyana xwe ji dest da.
Dewleta Tirk a dagirker ew ciwanê 27 salî, di dema avdana zeviyê xwe de li nêzî gundê Um Beramîl ê Eyn Îsayê li nêzî rêya M4 hedef girt.
Ji dema dewleta Tirk a dagirker Girê Spî di 9’ê Cotmeha 2019’an de dagir keriye ve, bi dehan xelê li nêzî eniyên şer ên Girê Spî û Eyn Îsayê şehîd xistin û birîndar kirin.



