Êrîşên dagirkeriyê li Marsîlyayê hatin şermezarkirin

Êrîşa dewleta Tirk a li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê li Marsîlyayê hate protestokirin.

Êrîşên li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate protestokirin.

çalakgeran ev tişt gotin:

“Dewleta tirk a dagirker Başûrê Kurdistanê dagir dike. PDK jî di xeta xiyanetê de israr dike. Desthilateke westiyayî nikare têkçûnê qebûl bike û êrîşî Kurdan dike.

Divê baş bizane ku dê navê wî jî di sergoyên dîrokê de bê nivîsandin.”

Çalakgeran baga tevlîbûna li meş û mîtînga girseyî ya roja Şemiyê ya li dijî dagirkerî û xiyanetê li bajêr hat kirin.

Bi domdarî wiha hate gotin:

Ev banga me li hemû gelê me yê welatparêz e; Werin em bi hev re ji gerîla re bibin mertal, vê desthilatdariya faşîst hilweşînin, Kurdistanê û Rêber Apo azad bikin.”
00:00-00:23

Back to top button