Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya wê bi rengê jinê tevlî hilbijartinên şaredariyan bibe

30 meha Gulan wê hilbijartên şardariyan yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk werin.
Duh Partiya Sûriya Pêşerojê tevlîbûna xwe ya li hilbijartinan ragihand, îro jî Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê bidaxuyaniyekê tevlêbûna xwe li hilbijartinên meclisên şaredariyan ragihand.
Li Dêrikê jî civînek derbarê heman mijarê de hate lidarxistin û ji bo hilbijartinan 7 jin hatin diyarkirin.

Di vê çarçoveyê de, endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi armanca raghandina tevlîbûna xwe ji bo hilbijartinên meclisên şaredariyan meşek li dar xistin.

Piştî meşê, Endamên Meclisê daxuyaniyek dan û wiha gotin:

“Ji bo parastina jinên civakê û wekheviya di navbera jin û mêr de, em tevlîbûna xwe ya ji bo hilbijartinên meclisên şardariyan radighînin, ev tevlîbûn hebûna me îsbat dike.

Meclisê diyar kir ku hebûna jinan di nava mijarên siyasî û civakî de, wê demokrasî û azadê pêk bîne û wiha pê de çû:

“Bi saya şoreşa Rojavayê kurdistanê jinên bakur û Rojhilatê Sûryê ji tarîtiyê rizgar bûn.

Encama wê jî îro diyar e, li vê derê jin êdî dikarî pêşegtiya civakê bike û di her qadê de cih bigre.

Piştî daxuyaniyê jinan bi coş govenda xwe gerandin.

Partiya Sûriya Pêşerojê wê 28-29 Nîsanê namzetên xwe eşkere bike

Partiya Sûriya Pêşerojê jî bi daxuyaniyek çapemeniyê amadekariyên ji bo hilbijartinên meclisên şaredariyan ragihand.

Partiya Sûriya Pêşerojê got:

“Di 28 û 29 Nîsanê de, wê namzetên me ji aliyê endamên partiyê ve were hilbijartin.

Ev yek jî wê bi rêya kongreyekê pêk wer.

Dê navê namzetên di hilbijartinê de biserkestine pêkêşî Komîsyona Bilind a Hilbijartinê bê kirin.”

Dêrik-Kongra Star derbarê hilbijartinan civînek lidar xist

Li Dêrikê jî Kongra Star civînek ji bo hilbijartinên şardariyan lidar xist.

Di civînê de 7 jin ji bo tevlî hilbijartinan bibin, hatin diyarkirin û dê ji van 7 jinan jineke were hilbijartin.

Her wiha bal hate kişandin ser girîngiya xwedîderketina li sindoqan û pêkanîna erkên xwe li hember van hilbijartinan.

Back to top button