QSD’ê bîlançoya operasyona li Hesekê ya li dijî şaneyên DAIŞ’ê eşkere kir

Hêzên QSD’ê li Hesekê doh operasyoneke berfireh li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li dar xist.
Di encamê de, 40 kesên bi gumana têkliya xwe bi DAIŞ’ê re heye, hatin girtin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê li ser mijarê daxuyaniyek da û wiha got:

“Di operasyonê de 40 kesên bi gumana têkliya xwe bi DAIŞ’ê re heye, hatin girtin.

Tevê wê miqdarek çek û cebilxane ku bi wan re bûn, hatin desteserkirin.

Encamên operasyona dawî ya hêzên me, asta amadekariyên van şaneyan ji bo pêkanîna êrîşên terorîstî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast dike.

Em bang li civaka navdewletî dikin ku erkên xwe yên ewlekarî, mirovî û dadwerî li hember çeteyên DAIŞ’ê bi cih bînin.”

QSD’ê teqez kir ku ew ê li pey bermahiyên şaneyên mayî yên DAIŞ’ê bin û çi kesê ku hewl bide ewlehî û aştiya sivîl têk bibe, wê were cezakirin.

Back to top button