HPG’ê nasnameya gerîlayekî şehîd eşkere kir

HPG’ê nasnameya gerîlayekî ku li herêma Zapê şehîd bûye eşkere kir û got: “Hevrêyê me Xebat  xwe bi hemû hêza xwe tevlî têkoşînê kir.”
HPG’ê ji malabata şehîd û tevahî gelên welatparêz yên Kurdistanê re sersaxî xwest û tekezî bi domandina riya şehîdan kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya gerîlayê şehîd Xebat Turkmen eşkere kir.

HPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kirin.

23’ê Adara 2024’an li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de gerîla Xebat Turkmen şehîd bû.

HPG’ê li ser têkoşeriya şehîd Xebat ev tişt got:

“Bi Şoreşa Azadiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, fikrên Rêber Apo ketin meriyetê.

Ji ber vê yekê gelên herêmê li gel êrîş û komkujiyan jî li dora vî fikrî civiyane û jiyaneke hevpar ava kirin.

Hevrêyê me Xebat Turkmen jî tevlî nava refên têkoşînê bû û tercîha xwe li aliyê jiyana azad danî.

Bi kesayetiya xwe ya sade, pak, durust û kedkar têkoşiya, li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmet û hezkirinê.

Her wiha wezîfeyên xwe yên demê jî bi serketî bi cih anîn.”

HPG’ê dawiyê, ji malbata hêja ya şehîd û tevahî gelên Kurdistanê yên welatparêz re sersaxî xwest.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya gerîlayê şehîd wiha ye:

Nasnav: Xebat Turkmen
Nav paşnav: Mihemed Ninawî
Cihê jidayikbûnê: Reqa
Dayik: Wexle
Bav: Hinawî
Dem û cihê şehadetê: 23’ê Adara 2024 / Zap

Back to top button