Îro careke din gundên herêmê rastî topbarana dewleta Tirk a dagirker hatin.
Gundên Minibc û şehba bûn hedefa van êrişan.
Tayîbet gundê Catê yê dikeve bakurê Minbicê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve her tê topbaran kirin.
Dagirkran duh jî gundên Ewn Dadat û Toxarê yên bakurê bajarê Minbicê dabûn ber topan.
Dagirkeriya Tirk gundê Samoqa yê Şehba topbaran kir
Ne tenê li gundên Minbicê, her weha li dijî herêma şehba û Efrînê ev topbarana rojane pêk tê.
Îro dîse artêşa Tirk a dagirker gundê Semoqa yê herêma Şehbayê topbaran kir.
Derbarê topbaranê agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.