Li Kobanê bi merasîmekê şehîd Çîçek Kobanê hat oxirkirn

Li Kobanê merasîma oxirkirina şehîda HRE hebû.
Şêniyên Kobanê bi merasîmekê cenazeyê Şervana Hêzên Rizgariya Efrînê şehîd Çîçek Kobanê li goristana şehîdan oxir kirin.

Şervana Hêzên Rizgariya Efrîn HER’ê Çîçek Konanê 30’ê Çileya 2024’an li gundê Basilê yê Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker şehîd bûbû.

Ji oxirkirina şehîd çîçek îro şêniyên bajrê Kobanê li goristana şehîdan kom bûn.

Li merasîmê endama Yekitiya Jinên Ciwan Ronahî Mihemed li ser jiyana şehîd Çîçek axivî û ev tişt anî ziman:

“Çîçek ji bo parastina gelê xwe ji dagirkeriyê bi qeremantî berxwedanî kir.”

Bavê şehîd Çîçek: Bi xwîna şehîdan emê herêmên dagirkirî rizgar bikin

Bavê şehîd Çîçek Kobanê, Hisên Berkat jî got:

Ger parçeyek jî, ji canê me mabe em ê têbikoşin, emê tu carî xwîna şehîdên xwe li erdê nahêlin.

Em bi keda zarokên xwe Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin û heta dawiyê ji bo parstina xwelat li ber xwe bidin. ”

Dawiya merasîmê wesîqa şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Back to top button