Li kantona Cizîrê pêşhilbijartinên tifaqa Kongra Star û PYD’ê pêk tên

Li herêmê ev 5 rojin pêşhilbijartinên ji bo diyarkirina namzetan pêk tê.
Kongra Star û PYD îro jî li 3 kantonan pêşhilbijartin pêk anîn.

Ji bo Hilbijartina Şaredariyan 32 roj mane.

Partî û rêxistinên herêmê jî bi hemû hêza xwe, xwe ji hilbijartinê re amande dikin.

Kongra Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD jî bi pêşhilbijartinan namzetên xwe eşkere dikin.

Di vê çarçoveyê de, ji 24’ê Nîsanê ve li herêmê pêşhilbijartinan pêk tîne.

Li Dêrikê PYD û Kongera Star îro bi pêşhilbijartinekê namzetên xwe diyar kirin.

Ji dîmenan jî tê xuyakirin ku xebatên pêşhilbijartinê rastî eleqeyeke mezin tê.

Li Girkê Legê jî bi haman armancê pêşhilbijartin hebû.

Li Şedadê jî Kongra Star bi dengdana di pêşhilbijartinê de, namzeta xwe derdixe.

Bi vê armancê li navnda Şedadê û 3 bajarokên girêdayî wê pêşhilbijartin pêk hatin.

Li Kobanê û Şehba Kongra Star pêşhilbijartin pêk anî

Li Kantona Firatê jî Kongra Star bi armanca derxistina namzetê xwe yê ji bo Hilbijartina Şaredariyan, pêşhilbijartinê dike.

Li Kobanê, endamên Kongra Star ji bo diyarkirina namzetê xwe yê di hilbijartina 30’ê Gulanê de, çûn ser sindoqan.

Koordînasyona Kongra Star ya kantona Efrîn-Şehbayê bi daxuyaniyekê encamên pêşhilbijartinan eşkere kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 17’ê Nîsanê Kongra Star û PYD’ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin ku wê bi tifaqekê beşdartî hilbijartina şaredariyan bibin.

Back to top button