28 welatî meha Nîsanê li Efrîna dagirkirî hatine revandin

Navenda Belgekirina Binpêkirinan navên 28 kesên ku di meha Nîsanê de, li Efrîna Dagirkirî ji aliyê Tirkiye û çeteyên wê ve hatin revandin eşkere kir.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan, di çarçoveya sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de, 28 bûyerên revandinê yên di meha Nîsanê de li Efrîna dagirkirî qewimîn eşkere kir.

Li Efrînê çeteyan 3 welatî revandin

Hemwextî rapora belgekirina van binpêkirinan, li gundewarên Efrînê Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 welatiyên din revandin.

Çeteyên navê “Polîsên Leşkerî” li xwe dikin, li gundê Meydankê yê navçeya Şera ya Efrînê, welatiyê bi navê Mihemed Adil Mihemed 37 revand.

Çavkaniyan diyar kir ku Mihemed Adil Mihemed beriya 2 hefteyan dema ji Lubnanê diçû serdana xizmên xwe yên li Efrînê, bêyî sedem û tawanan ji aliyê çeteyan ve hat revandin.

Li gorî çavkaniyên xwecih, 22’ê Nîsanê jî çeteyên “Polîsên Sivîl” welatî Ehmed Ebdo 42 û Mihemed Salih Hesen 35 ên ji gundê Eyn Hecer ê navçeya Mabatayê revandin.

Çavkaniyan got, dema her du welatî diçûn serdana xizmên xwe yên li bajarê Ezazê, hatine revandin.

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 2 kes revandin

Back to top button