Ji 2018’an de ji dema dagirkirina Efrînê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber didomin.
Yek ji şahidên sûcên dewleta Tirk ên li Efrîna Zozan Xelîl diyar kir ku li Efrînê nirx û mafên te tên standin û çete te bi rê ve dibin û got”Sûcan li ber çavên te pêk tînin û tu nikarî gotinekê jî bikî.
Yan tê bê kuştin an bê revandin an jî êşkencekirin.”
Zozan Xelîl anî ziman ku li Efrînê tu nikarî mal û milkên xwe bi rê ve bibî û ne jî malbata xwe biparêzî û got:
“Çete li gorî kêfa xwe tev digerin, mîna ku hemû koleyên wan in.
Min bihîst ku çeteyên destdirêjî li jineke ciwan kiribûn û piştre ew û destgirtiyê wê kuştin.
Her wiha 16 çeteyan êrişî malekê kirin, pere, zêr û nasnameya wan dizîn, li kalemêrekî dan û heqaret lê kirin û ew kalmêr hat kuştin.
Li Efrînê nirx û mafên te tên standin û çete te bi rê ve dibin.
Sûcan li ber çavên te pêk tînin û tu nikarî gotinekê jî bikî.
Yan tê bê kuştin an bê revandin an jî êşkencekirin.”