Saturday 2026/06/27
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Rûsya: Amerîka bi zanebûn şerê li Ukraynayê dirêj dike

April 26, 2024
in CÎHAN
A A
Rûsya: Amerîka bi zanebûn şerê li Ukraynayê dirêj dike
Share on FacebookShare on Twitter

Geşedanên şerê Rûsya û Ukraynayê di aliyê danûstandinên dîplomasiyê de berdewam dike.
Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu anî ziman ku Amerîka pêşî pirsgirêka Ukraynayê afirand, niha jî bi zanebûn şer dirêj dike.
Her wiha Yewnanîstanê careke din daxwazên şandina S-300 ên Rûsyayê û pergalên parastina hewayî ya Patriot a Amerîkayê bo Ukraynayê red kir.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu di Civîna Wezîrên Parastinê yên Rêxistina Hevkariya Şanghayê ya ku li Astanaya paytextê Kazakistanê hat lidarxistin de axivî.

Şoygu, bal kişand ser şerê Rûsya û Ukrayna, têkildarî kiryarên Amerîkayê yên derbarê Ukraynayê de wiha got:

“Amerîka pêşî pirsgirêka Ukraynayê afirand, niha jî bi zanebûn şer dirêj dike.

Hêzên Çekdar ên Rûsyayê bi awayekî bi bandor operasyona leşkerî ya taybet li Ukraynayê didomînin.”

Şoygu da zanîn ku pisporên leşkerî yên rojavayî di plansazkirina çalakiyên sabotajê yên li Rûsyayê de cih digirin û anî ziman ku Ukraynayê çekên ku ji Rojava wergirtiye li dijî Rûsyayê bikar aniye.

Şoygu bi bîr xist ku meha borî li Moskovayê li salona konserê ya Crocus City Hall êrîşeke terorîstî pêk hat û destnîşan kir ku destê Ukraynayê di vê êrîşê de heye.

Yewnanistan: Pêdiviya me bi S-300 heye

Her wiha Yewnanîstanê careke din daxwazên şandina S-300 ên Rûsyayê û pergalên parastina hewayî ya Patriot a Amerîkayê bo Ukraynayê red kir.

Serokwezîrê Yewnanîstanê Kyriakos Mitsotakis di daxuyaniya xwe ya ji televîzyona Skaî re got:

“Em ê ne S-300 ne jî Patriotan bişînin.”

Mîtsotakis diyar kir ku Yewnanîstan niha ji bo piştgiriya Ukraynayê gelek alavên parastinê peyda dike, lê teqez kir ku Yewnanîstan nikare pergalên çekan ên ku ji bo wê girîng in peyda bike.

Di çapemeniyê de nûçe hatin belavkirin ku hin lîderên Yekîtiya Ewropayê zextê li Yewnanîstanê dikin ku pergalên parastina hewayî bişîne Ûkraynayê.

Di hevpeyvîna xwe ya bi televizyona Skai re, Mitsotakis diyar kir ku daxwazên di vî warî de ji wî re hatine ragihandin, lê wan xwestiye ku cûreyên din ên tiştên “zêde” bişînin Ukraynayê.

Gefên Tirkiyê li ser Yewnanîstanê

Li aliyê din hem Mîtsotakis hem jî rayedarên din ên Yewnanîstanê di daxuyaniyên xwe yên berê de peyam dabûn ku li hemberî gefên muxtemel ên Tirkiyê pêdiviya wan bi pergala parastina hewayî heye.

Her du welat di sala 2020’an de ji ber nakokiya li ser herêmên deryayî li Rojhilatê Deryaya Spî ketin ber pevçûnek germ.

Di dema ku Enqere û Atîna di van demên dawîn de ji bo normalkirina peywendiyan gav avêtin, plana Yewnanîstanê ya avakirina parkek deryayî li Deryaya Egeyê bi Tirkiyê re bû sedema aloziyê.

Mîtsotakis di daxuyaniyên xwe yên ji bo Skaiyê de jî bal kişand ser vê mijarê û diyar kir ku tevî bertekên Tirkiyê jî dê projeya parka deryayî pêk bînin.

Serokwezîrê Yewnanîstanê got:

“Em ê parka deryayê îlan bikin. Ji ber ku ev nayê wê wateyê ku em nikarin bi hev re biaxivin tenê ji ber ku cudahiyên me yên bi Tirkiyê re hene.”

Previous Post

Şerê li Şerîda Xezayê: 202 roj

Next Post

Li Cizîrê 19 kes ku di nav de zarok hene, hatin binçavkirin

Weşana girêdayî

Bihayê petrolê ji sedî 5 zêdetir daketiye
CÎHAN

Bihayê petrolê ji sedî 5 zêdetir daketiye

Di lûtkeya Nato’yê de kirîna çekan: “Peymanên deh mîlyaran dolar bên îmzekirin”
CÎHAN

Di lûtkeya Nato’yê de kirîna çekan: “Peymanên deh mîlyaran dolar bên îmzekirin”

Ewropa dikele: Ji ber krîza avhewayê germahî derbasî asta rekorê bû
CÎHAN

Ewropa dikele: Ji ber krîza avhewayê germahî derbasî asta rekorê bû

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye