HPG: Di çalakiya hêzên YJA Starê de dagirkerek hat kuştin

HPG derbarê êrişên dewleta Tirk, çalakiyên bersivdayînê û hevkariya PDK bi Tirkiyê re daxuyaniyek da.
Li gor wê, li herêma Zapê gerîlayên YJA Starê bi taktîka sekvaniyê li dagirkerin da, di encamê de leşkerek hat kuştin.
HPG’ê derbarê hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk jî hin agahiyên nû dan û got:
23’ê Nîsanê hêzên PDK’ê bi 60 wesayîtan hewl dan bikevin nuqteyên me yên li Xakurkê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriya Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:

24’ê Nîsanê bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin.

25’ê Nîsanê ji aliyê hêzên YJA Starê ve, bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.

Di encamê de dagirkerek hat kuştin.

HPG: Artêşa Tirk 32 caran bi balafirên şer qadên gerîla bombebaran kirin

Bi domdarî HPG’ê derbarê êrişên dagirkeriya Tirk de agahî dan û ev tişt got:

Beriya niha me ragihandibû ku artêşa Tirk a dagirker li hin cihên li qadên Şêlazê, Kanî-reş û Yekmalê ya herêma Metînayê bi cih bûye û bi teknîka şer bombe li qadê dibarîn e.

Hêzên PDK’ê jî bi armanca ku ewlehiya rêya di navbera Yekmal û Girê Amediyê de pêk bînin, 3 nuqte girtine.

HPG’ê eşkere kir ku di encama vê yekê de, herêmên Metîna, Zap, Qendîl û Xakurkê bi giştî 32 caran bi balafirên şer hatine bombebaran kirin.

HPG: Hêzên PDK’ê bi 60 Konvoyî xwestin bikevin nuqteyên me

HPG’ê bal kişand ser hevkariya PDK’ê bi dagirkeriya Tirk re jî û ev tişt anî ziman:

“Roja 23’ê Nîsanê li qada Berdespî ya Xakurkê, hêza leşkerî ya PDK’ê ku ji 60 wesayîtî pêk dihat 2 caran xwest bikeve nuqteyeke hêzên me.

Dîsa heman rojê, li qada Goşînê jî hêza PDK’ê ya 6 wesayîtî bêyî agahî ketin qadên me.

Ji bo ku ev hêzên leşkerî bi pêş ve neçin, hêzên me guleyên hişyariyê berdan, piştî qewimîna şerekî dem kurt van hêzan xwe bi paş de vekişand.

HPG’ê da zanîn di saetên ku ev buyer qewimîne de, tevgera balafirên keşfê yên dewleta Tirk jî li qadê nesekinî û got:

“Piştî vekişîna hêzên PDK’ê, qad ji aliyê balafiran ve hatin bombebarankirin, lê tu ziyan negihîşt hêzên me.”

Back to top button