Li Minbicê di êrîşa dagirkeriya Tirk de zarokek birîndar bû

Gundê On Dadat yê Minbicê.
Her roj ji ber êrişên dewleta Tirk yê li dijî gundên kantona Minbicê em navê vî gundî tînîn ziman.
Dagirkeriya Tirkiyê li vî gundî, sûcekî din derheqê zarokan de pêk anî.Di nîvê şevê de, top li ser gundê Ewn dadat yê Minbicê barandin û li wir zarokek birîndar bû.

Dewlet Tirk êrişî gundê Ewn Dadat kir.

Topbarana Dagirkeriyê a li dijî gundê Ewn Dadat ên Minbicê, demjimêr 3 Sibehê pêk hat.

Nûçegihanê me ragihand ku di encamê de zarokek di zikê xwe de birîndar bû.

Vê gavê zaroka birîndar a bi navê Lujeyîn El şêx li nexweşxaneya Texsûsî tê dermankirin.

Li tenişta vê yekê, topbaran dagirkeriyê ziyan gihandin malên welatiyan.

Malbata Zaroka birîndar: Êrişên dewleta Tirk me natirsînin

Ji bo naskirina rewşa Luceyîn nûçegihanên me berê xwe dan nexweşxaneyê.

Li wir, dabîra Lûceyn, Eyşe mihemed behsa topbaranê kir û diyar kir ku dagikeriya Tirk 3 caran bombe avêtin e.

Dabîra Lûceyn, Eyşe mihemed got, rojane êrîşê dewleta Tirk a dagirker li ser me hene em nizanin çi bikin.

Dewleta Tirk zarok û jinan dike hedef, her kesî dide ber xwe û ferqê naxê navbera tu kesî.

Ev êrîşên hovin, ma dewleta Tirk a dagirker çi ji vî miletî dixwaze.

Dewleta Tirk çi bike em dev ji axa xwe bernadin.

Eyşe mihemed, bang li rêxistinên mirovî kir ku hesab ji dagirkeriyê bixwazin û êrîşan bidin sekinandin.

Her weha bavê Lûcyîn, Osman mihemed Dişo jî got:

Em li gel mirovên xwe yên gund, li şahiya bûn, malbat hemû li hev kom bûbû.

Weke her car dengê topa hat me, ev topbaran rojane pêk tê, em natirsin.

Piştî 3’ê caran ji avêtinê topan, keça min Lûceyn birîndar bû.

Back to top button