Xwendekarên Zanîngeh û Dibistanên Amadehî xwe bi rêxistin dikin

Xwendekarên dibistanên amadehî û zanîngehan dê 10’ê Gulanê ji bo têkoşîneke hevbeş û birêxistinkirî kongreyekê li dar bixin.

Di çarçoveya amadekariyên kongreyê de li Şam, Heleb, Şehba, Kobanê, Reqa, Hesekê û Qamişlo civîn tên lidarxistin.

Civîna yekemîn îro li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo a bajarê Qamişlo bi beşdariya gelek xwendekaran li dar ket.

destpêkê, pêşketinên siyasî yên li herêmê hatin nirxandin.

Di nirxandinan îşaret bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan hate kirin û hate gotin:

Ger em rewşa Rêber Apo fêm nekin, em nikarin pêşketinên global an jî herêmî fêm bikin.

Dûre pirsgirêkên dibistanên navîn, amadehî û zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nîqaşkirin.

Xwendekarên beşdar, bal kişand ser girîngiya meşandina têkoşîneke hevpar.

Piştî nîqaşan, ji bo beşdariya kongreyê, 2 kes ji bo nûnertiya xwendekarên Qamişlo hatin hilbijartin.

Back to top button