Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 2 kes revandin

Ji 2018’an de, ji dema dagirkirina Efrînê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber didomin.
Dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê mirovan winda dike, direvîne û tu kes tiştekî li ser wan nizan e.
Herî dawiyê çeteyên dagirkeriyê li Efrînê 2 kesên din revandin û yek din êşkence kirin.

Dewleta Tirk bi hebûnekî ne rewa û dagirkerê xwe li Efrînê bi cih kir û bi riya çeteyên xwe jiyan li wir kir dojeh.

Roj bê kuştin, revandin, êşkence, talankirina xwezayê û şûnwarên dîrokî derbas nabe.

Vê carê çeteyên dewleta Tirk a dagirker 22’ê Nîsanê Ehmed Ebdo û Mihemed Salih Hesen ên ji navçeya Mabatayê revandin.

Li gorî çevkaniyan malbatên her du kesan çarenûsa wan nizanin.

Li Efrînê di çarçoveya Guhertina Demografîk de mêtingehek nû hat avakirin

Li hêlekî din, rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku dagirkeriya Tirkiyê li navçeya Cindirêsê ya Efrînê, mêtingehek nû ava kir.

Rêxistinê diyar kir ev planeke istixbarta Tirkiyê ye û bi vê re pêla guhertina demografîk li Efrînê bilind dikin da ku nasnameya Kurdî ji holê rakin.

Şahideke sûcên li Efrînê: Zozan Xelîl

Back to top button