Li Cizîrê 19 kes ku di nav de zarok hene, hatin binçavkirin

Li Bakurê Kurdistanê bi taybetî ev çend rojin di çarçoveya qirkirina siyasî de, dîsa pêla girtin û binçavkirinan zêde bûye.
Li Şirnexê 19, ku di nava wan de zarok jî hene, li Rihayê jî endamên Meclisa Partiyê û Meclisa Ciwanan yên Dem Partiyê hatin binçavkirin.
Hemwextî van operasyonên siyasî, hat ragihand ku li zom û zozanên Geverê jî arteşa Tirk a dagirker êriş da destpêkirin.

Li Bakurê Kurdistanê di çarçoveya qirkirina siyasî de, dîsa pêla girtin û binçavkirinan zêde bûye.

Ev serdegirtin û binçavkirina welatiyan rojane tê kirin.

Li Şirnexê bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê, polîsan bi ser gelek malan de girtin.

Di encamê de 19 kesên ku di nava wan de zarok jî hene, bi hinceta “propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin.

Li Rihayê endamên Meclisa Partiyê û Meclisa Ciwanan hatin binçavkirin

Ne tenê li wir, li bajarê Rihayê jî di danê sibehê de polîsan bi ser malan de girtin.

Hat ragihand ku di serdegirtinan de endamê Meclisa Partiyê (PM) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Muhsîn Aydogdu û endamê Meclisa Ciwanan Omer Kistak hatin binçavkirin.

Têkildarî lêpirsînê, polîsan bi hinceat “nepeniyê” agahî nedan malbata Aydogdu.

Hat zanîn ku polîsan dest danîne ser telefonên dayik û bavên Aydogdu.

Artêşa Tirk li Zom û Zozanên Geverê êrişa dagirkeriyê da destpêkirin

Hemwextî operasyonên siyasî ên li dijî Kurdan, li zom û zozanên gundê Tiloran ê navçeya Geverê jî erişa dagirkeriyê hate destpêkirin.

Leşkeran, rêyên ber bi zomên gundên Horê, Berê Sor û Warê Conî ve diçin girtin û gund dorpêç kirin.

Hat eşkerekirin ku li herêmê bi sedan leşker û cerdevan hatine bicihkirin û liv û tevgera balafirên bê mirov û helîkopteran heye.

Her wiha hat diyarkirin ku sewalên gundiyan ên li zozanan hatin derxistin û leşkeran lêgerîna tazî li şivan û welatiyên çûbûn zozanan kirin e.

Back to top button