Girtiyên Qesrê û Çomanê hatin berdan, zusik hemed hêj girtî ye

Girtiyên bajarokê Qesrê û çalakvanekî Çomanê piştî nerazîbûnan, hatin berdan, lê belê nûçegihanê Ajansa Roj NEWS’ê hêj di bin çavan de ye.

Duh êvarê her 10 ciwanên bajarokê Qesrê, tevî çalakvanekî ku li Çomanê berî çend rojan hatibû girtin, hatin berdan, lê nûçegihnê Ajansa Roj NEWS’ê Zusik Hemed û çalakvanekî din hêj binçavkirî ne.

Yek ji ciwanên ku hat berdan ji Roj NEWS’ê re da xuyakirin ku Asayîşa Qesrê destpêkê êşkence li wan kirin, piştre daxwazî ji wan kir ku bibin endamên PDK’ê.

Asayîşa PDK’ê berî ku ciwanan berde, belgeyek bi wan da îmzekirin, ku careke din tev li xwepêşandanan nebin.

Ciwanên Qesrê 8 vê mehê bi behaneya hewldana lidarxistina xwepêşandanê, hatibûn girtin. Di nav wan de 5 zarokên berpirsên PDK’ê jî hebûn, lê ji ber zarokên rayedaran in, di cih de hatin berdan.

Back to top button