Husiyan êrîşî keştiyeke Îsraîlî kirin

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî ragihand ku endamên wan keştiyeke Îsraîlê li Kendava Adenê kirine hedef.

Yahya Serî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku milîsên wî keştiya MSC Darwîn a Îsraîlê ya li Kendava Adenê bi rêze mûşek û balafirên bêmirov kirine hedef.

Serî ragihand ku milîsên wî “mebestên Îsraîlê yên li herêma Eilat a li başûrê Îsraîlê” bi rêze fuzeyên balîstîk hedef girtin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku Hûsiyan dê ‘li Deryaya Sor û Okyanûsa Hînd’ li çûn û hatina Îsraîl asteng bike û destnîşan kir ku ew ê li dijî hedefên Îsraîlê operasyonên leşkerî zêdetir bikin.

Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike, bi mehan e keştiyên ku dibêjin ber bi Îsraîlê ve diçin û hin keştiyên şer ên li herêmê dikin hedef.

Hûsiyan dibêjin ku ew van operasyonan ji bo piştgiriya Filistîniyên li Xezayê dikin.

Ji aliyeke din ve hêzên asmanî yên Amerîka û Îngîlîstanê carcaran li Yemenê li dijî armancên Hûsiyan êrîşan pêk tînin.

Husî: Me 3 operasyonên leşkerî pêk anîn

Back to top button