Artêşa Burkina Faso komkujî pêk anî

Artêşa Burkîna Faso li du gundan komkujî pêk anî.
Li gorî Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan-HRW 56 jê zarok 223 sivîl hatine kuştin.
Her wiha kesên ji komkujiyê rizgar bûn derbarê bûyerê de rêxistina HRW agahdarkirin.

Artêşa Burkîna Faso li du gundan komkujî pêk anî.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku di rojekê de zêdetirî 220 sivîl, di nav wan de herî kêm 56 zarok, ji aliyê artêşa Burkina Faso ve hatine kuştin.

Li gorî lêkolîna HRW’ê, di êrîşên 25’ê Sibatê de artêşê li gundê Soro 179 û li gundê Nondînê jî 44 kes kuştin.

HRW’ê ev komkujî weke “bûyera herî giran a îstîsmara artêşê” ya li welêt di van nêzî 10 salên dawî de bi nav kir.

Tê texmînkirin ku komkujî ji ber îdiaya ku gundiyan alîkariya çekdarên îslamî yên radîkal ên çekdar dikin, pêk hatiye.

Şahid û kesên rizgarbûyî diyarkirin ku êrîşên 25’ê Sibatê weke tolhildana êrîşeke çekdarên Îslamî yên radîkal li ser kampeke leşkerî hatine kirin.

HRW: Burkina Faso 223 sivîl kuştin

Her wiha gundiyên ku ji êrîşê rizgar bûn ji HRW re diyar kirin ku karwaneke leşkerî ya ku zêdeyî 100 leşkeran pêk tê daket gundê Nondîn bi qasî 30 deqeyan piştî ku çekdar li nêzî gund derbas bûn.

Di raporê de van îfadeyên şahid û kesên rizgarbûyî hatin girtin:

Leşker derî bi derî geriyan û şêniyên gund ji malên wan derxistin. Piştre gundî kom kirin û gule li wan berdan.

Kesekî sax filitî anî ziman ku berî qetlîaman, leşkeran niştecihên gund bi wê yekê tawanbar kirin ku ji bo tespîtkirina çekdarên îslamî yên radîkal hevkariyê nakin.

Berdevkê hikûmeta Burkîna Faso bersiv nedaye daxwazên şîrovekirina raporê.

Li Burkina Fasoyê pevçûnên domdar

Li aliyê din rayedaran berê kuştina sivîlan red kiribûn û amaje kiribûn ku çekdarên cîhadî gelek caran xwe wek leşkeran vedişêrin.

Ev welatê berê aştiyane ji ber pevçûnên di navbera çekdarên cîhadî yên girêdayî El Qaîde, DAIŞ’ê û hêzên dewletê de wêran bûye.

Her du alî jî sivîlên ku di navberê de mane dikin hedef.

Di pevçûnan de heta niha herî kêm 2 milyon kes koçber bûne, ku zêdetirî nîvê wan zarok in.

Piraniya êrîşan bêceza dimînin û nayên ragihandin li wî welatî, ku ji aliyê rejîmeke zordar ve tê birêvebirin.

Di daxuyaniya xwe ya di destpêka meha Nîsanê de, Associated Press nûçeyek derbarê êrîşa artêşê li ser gundekî din di 5’ê Mijdarê de belav kiribû û di encamê de herî kêm 70 kes hatibûn kuştin.

Back to top button