Li Hindistanê hilbijartina giştî didome

Di çarçoveya hilbijartinên giştî yên 7 qonaxan de dê li Hindistanê bi qasî 6 hefteyan bidomin.
Hilbijêran di qonaxa duyemîn de dest bi dengdana ji bo diyarkirina 88 endaman li 13 eyaletan ji bo Meclîsa Gel ku baskê jêrîn ê parlamentoyê ye, kirin.
Di çarçoveya hilbijartinan de bi qasî 968 milyon hilbijêr wê dengê xwe bidin.

Qonaxa duyemîn a hilbijartinên giştî yên li Hindistanê îro destpê kir.

Di bin germa zêde de bi milyonan kes dengê xwe bi kar tînin.

Tê payin ku hilbijartin şeş hefteyan dewam bike.

Her wiha tê texmînkirin ku Serokwezîrê neteweperest ê Hîndû Narendra Modî bi ser bikeve.

968 milyon Hîndû ku ji temamiya nifûsa Dewletên Yekbûyî yên Emerîka, Yekîtiya Ewropa û Rûsyayê zêdetir e, ji bo hilbijartina 543 endamên meclîsa jêrîn di pêvajoya dengdanê de ne.

Pûsûlayên dengdan ên ji çar aliyên welêt bên, wê di 4’ê Hezîranê de bêne jimartin.

Qonaxa duyemîn a hilbijartinên giştî dest pê kir

Encamên hilbijartinê jî bi giranî di heman rojê de têne eşkerekirin.

Modî yê 73 salî piştî wezîfeya du serdeman ku giraniya aborî û dîplomatîk a Hindistanê zêde kir, hîn jî gelekî populer e.

Şîrovekarên siyasî texmîn dikin ku partiya neteweperest a Modî wê li hemberî koalîsyona ji partiyên muxalefetê bi ser bikeve.

Di qonaxa destpêkê ya hilbijartinê de ku hefteya derbasbûyî pêk hat, rêjeya tevlîbûnê li gorî hilbijartinên sala 2019’an bi çar pûanan kêm bû û daket rêjeya ji sedî 66’an.

Çapemeniya Hindû jî germa zêde weke sedema vê kêmbûnê nîşan da.

Li vî welatê herî qelebalix ê cîhanê, ji bo hêsanîkirina lojîstîka hilbijartinê, hilbijartin ji 7 qonaxan pêk tê.

Qonaxa duyemîn vê hefteyê di germa ji 40 santîgratê de tê kirin.

Li Hindistanê hilbijartina giştî destpê kir

Back to top button