Li Hindistanê hilbijartina giştî destpê kir

Ji bo hilbijartinên parlamentê yên şeş hefteyan dewam dikin, bang li gelê Hindistanê hate kirin ku tevlî dengdanê bibe.
Dengdanê vê Înê destpê kir.

Partiya Serokwezîr Narendra Modî Biharatiya Janata di hilbijartinên Hindistanê de derdikeve pêş.

Li gorî anketên dawî partiya Modî wê ji sedî 78 ê dengan werbigire.

Tê payin ku di nava şeş hefteyan de li tevahiya Hindistanê nêzî milyarek hilbijêr dengê xwe bi kar bînin.

Hate ragihandin ku encamên hilbijartinê jî wê 4’ê Hezîranê bêne eşkerekirin.

Piştî eşkerekirina encamên hilbijartinê wê nûnerên bêne hilbijartin ji bo hilbijartina Serokwezîr li Parlamenta li Delhî ya Nû bicivin.

Narendra Modî sala 2019’an ji aliyê 353 parlamenteran ve jinûve hatibû hilbijartin.

Ji bo dawî li rexneyên lê têne kirin bîne dixwaze 400 kursiyên parlamentê bi dest bixe.

Muxalefet bi fikar e ku Modî careke din bibe serokwezîr. Di dema Modî de azadiya fikrî kêm bû, meyla otorîteriyê xurt bû.

Ji ber vê yekê jî muxalefet li ser mijara gefa li ser tinekirina demokrasiyê propagandaya kampanyayê dimeşîne.

Back to top button