SOHR: 28 leşker û milîsên Şamê hatin kuştin

Di êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî otobuseke leşkerî ya li Hûmûsê û baregeheke li nêzî sînorê Iraqê de herî kêm 28 leşker û milîsên Şamê hatin kuştin.

Li gorî bîlançoya nû ya ji aliyê SOHR’ê ve hat eşkerekirin, çeteyên DAIŞ’ê li herêmên di bin kontrola hikûmeta Şamê de du êriş pêk anîne.

Di encama wan êrişan de 28 leşkerên Şamê û milîsên alîgirê hikûmetê hatine kuştin.

Di êrişa ewil a êvara Pêncşemê de çeteyên DAIŞ’ê li dijî otobuseke leşkerî ya li rojhilatê Hûmûsê êriş pêk anî û di encamê de 22 leşker û endamên komeke alîgirê hikûmetê hatin kuştin.

Li rojhilatê wê jî li nêzî sînorê Iraqê hate ragihandin ku di êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî baregeheke li nêzî Bûkemalê de 6 leşkerên Şamê hatine kuştin û 2 leşker jî hatine revandin

Li gorî SOHR’ê, di dawiya meha Adarê de çeteyên DAIŞ’ê piştî ku bi kemînê 8 leşkerên Sûriyeyê girtin ew ‘kuştine’.

Li gorî SOHR’ê, ji destpêka salê û vir ve bi taybetî li herêmên Dêra Zorê, Hûmûs û Reqayê zêdeyî 268 leşker û endamên komên alîgirê hikûmetê di kemîn, êriş û teqînan de hatine kuştin.

Back to top button