QSD’ê û Koalîsyona Navdewletî civînek bi şêxên Dêrezorê re li dar xistin

Di bin çavdêriya Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk-QSD’ê û hêzên Koalîsyona Navdewletî duh civînek bi şêxên Dêrezorê re li dar xistin.
Di civînê de ji bo parstina ewlehiya herêmê şêxên Dêrezorê û nûnerên Hêzên Koalîsyona Navdewletî piştgiriya xwe ya ji bo QSD’ê ragihandin.
Her wiha QSD’ê jî diyar kir ku ew ê ji bo pêkanîna erkên xwe yên di warê parastina herêmê her di nava têkoşînê de bin.

Di bin çavdêriya Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk-QSD’ê û hêzên Koalîsyona Navdewletî duh civîneke berfireh bi şêxên Dêrezorê re li dar xistin.

Di civînê de rewşa ewlekariya herêmê bi giştî û Dêrezorê bi taybetî û kêmasiyên di warê xizmetguzariyê de hatin nîqaşkirin.

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên QSD’ê Luqman Xelîl di civînê de axivî û bal kişand ser asta gefên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ên ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê, çeteyên DAIŞ’ê û hikûmeta Şamê û got:

“Hevgirtina hemû pêkhateyên herêmê bi Hêzên QSD’ê re bes e ku herêm ber bi aramiyê ve bibe.

Hêzên Sûriya Demokratîk dê li ser erkên xwe yên di warê parastina herêmê bi hemû pêkhateyên wê re berdewam bin.

Hevahengiya berdewam di navbera Hêzên QSD’ê û şêxên û eşîrên herêmê de ji bo dabînkirina ewlekarî û aştiyê bingeh e.”

Di heman demê de şêxên Dêrezorê jî di civînê de behsa metirsiya şaneyên çeteyên DAIŞ’ê û çeteyên girêdayî hikûmeta Şamê kirin.

Her wiha şêxên Dêrezorê piştgiriya xwe bi Hêzên QSD’ê re ji bo parastina ewlekarî û aramiya herêmê tekez kirin.

Nûnerên Hêzên Koalîsyona Navdewletî diyar kirin ku piştgiriya wan ji Hêzên Sûriya Demokratîk re berdewam e û hewil didin ku hevkariyê bi wan re xurt bikin ji bo rûbirûbûna rêxistinên terorîst û parastina aramiya herêmê.

Back to top button