Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê tecrîda girankiri ya li ser Rêber Apo nirxandin û gotin: “Em ê bi hêz ê berxwedana xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Cîhan Hec Elî anî ziman ku divê êdî hemû gel têbikoşin ta ku em agahiyekê ji Rêber Apo bigrin.
Hec Elî bal kişand ser tirsa dewletên desthilatdar a ji fikrên Rêber Apo û got:
“Dewleta Tirk ji felsefeya Rêber Apo ditirse, ji ber vê yekê tecrîdê li ser Rêbertî didin meşandin û nahêlin ne malbat û ne jî parêzer pê re peywendiyê deynin.”
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Qinê Nisrîn Îbrahîm jî diyar kir Rêber Apo jin gihandin vê astê, ji vê heta wî di nav xwe de bibînin, ew ê her tim di nav têkoşînê de bin.
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Edûl Mehmûd Şêxzada jî bang li CPT’yê kir ku agahiyekê li ser Rêber Apo ji me re ragihînin.
Şêniyên Çilaxa: Ji bo azadiya Rêber Apo çi ji me bê xwestin em ê bikin