Li rojhilatê Dêra Zorê rêbazên alternatîf ên hilbirandina kehrebeyê

Li rojhilatê Dêra Zorê Projeya enerjiya tavê ya Kooperatîfa El Caabî zêdetirî 16 hezar donim zevî av dide. Komîteya Çandiniyê jî hewl dide kooperatîfeke din aktîf bike.

Komîteya Çandinî û Avdanê ya kantona Dêrazorê ji bo piştgirtiya çandiniyê di plansaziya sala 2024`an de dest bi bicihkirina pergala enerjiya tavê ya ji bo hilberandina kehrebeyê kir.

Komîte ji vê projeyê armanc dike ku jeneratorên ku 16 hezar û 800 donim avê derdixin, bixebitîne.

Têkildarî mijarê hevserokê Nivîsgeha Şêwirmendiya Çandiniyê ya bajarokê Hecînê Mihemed Iwêd got:

“Ji ber ku her tim jenerator xira dibûn, kooperatîf karê xwe radiwestand, ji ber wê me pêdivî bi bicihkirina pergala enerjiya tavê dît ji bo ku avdan berdewam bike.”

Hecînê Mihemed Iwêd destnîşan kir ku dê 80 tablo li Kooperatîfa El Wesil bê bicihkirin, hilmijên avê bên sererastkirin û torên kehrebeyê bên bicihkirin.

Back to top button